Hejmarek ji berpirsên siûdî li encama ketina helîkopterê hatin kuştin

Çavkaniyên nûçeyan raghandin ku helîkoptereke hilgirê berpirsên pilebilind ên siûdî li başûrê Erebistanê ket erdê.
Di helîkoptera ku ketiye erdê, Mensûr Bin Meqren, şazadeyê siûdî û hejmarek din ji berpirsên pilebilind ên vî welatî hebûne.
Rojnama siûdî ya Ekazê jî nivîsî: Helîkoptera hilgirê Mensûr Bin Meqren, alîkarê mîrê navçê, Esîr û Salih El-Qazî yek ji berpirsên navça Ebhayê li parêzgeha Esîrê ser esmanê ev navçeya parastî rastî qezayê hat.
Ev rojnama siûdî raghand: Hemî lêniştiyên helîkoptera siûdî hatine kuştin.
Televîayona Cezîra Qeterê jî raghand: Li encama ketina helîkoptera siûdî li başûrê Erebistanê, serokê polîs û rêveberê giştî yê beşa cotkariyê ya parêzgeha Esîrê hatin kuştin.
Hatiye raghandin ku heşt kes ji berpirsên siûdî li helîkoptera ketî li parêzgeha Esîrê de hebûne.