ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Hejmarek ji berpirsên siûdî li encama ketina helîkopterê hatin kuştin

Çavkaniyên nûçeyan raghandin ku helîkoptereke hilgirê berpirsên pilebilind ên siûdî li başûrê Erebistanê ket erdê.

Di helîkoptera ku ketiye erdê,  Mensûr Bin  Meqren, şazadeyê siûdî û hejmarek  din ji berpirsên  pilebilind ên vî welatî hebûne.

Rojnama  siûdî ya Ekazê jî nivîsî: Helîkoptera hilgirê Mensûr Bin Meqren, alîkarê mîrê navçê, Esîr û Salih El-Qazî yek ji berpirsên  navça Ebhayê li parêzgeha Esîrê ser esmanê ev navçeya  parastî rastî qezayê hat.

Ev rojnama  siûdî raghand: Hemî lêniştiyên  helîkoptera siûdî hatine kuştin.

Televîayona  Cezîra Qeterê jî raghand: Li encama  ketina   helîkoptera siûdî li başûrê Erebistanê, serokê polîs û rêveberê giştî yê beşa  cotkariyê ya parêzgeha  Esîrê hatin kuştin.

Hatiye raghandin ku  heşt kes ji berpirsên siûdî li helîkoptera ketî li parêzgeha Esîrê de hebûne.

Başa dön tuşu