NûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: Ez pê bawerim ku dê suriyeyî vegerin welatê xwe

Serokdewletê Suriye Beşar Esad got: Ez pê bawerim dê piştî pevçûnan, hemwelatiyên suriyeyî ku derketine derveyî welat dê paş vegerin. Esad diyar kir pêvajo ji niha de dest pê kiriye.

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad her wiha got: Dê Suriye, bi dewletên ku piştgiryiê didin terorîstan re danîstandinên tîcarî neke.”

Başer Esad ku ji televizyona fermî ya Rûsyayê re axivî û got: “Dê bo we balkeş be, lê bawer bikin gelek kesên ku halê wextê wan di cih de bûn û dê bikaribûna li derveyî welat bicih bibûna lê ew par û îsal vegeriyan Sûriyeyê. Kêm kes vegeriyan lê prosesa vegerê dest pê kiriye.”

Esad got: “Piştî ku şer bidawî bibe ez pê bawerim ku dê gelek kes vegere. ” Esad wiha berdewam kir: “Zêdetirên kesên ku çûn ne ji bo dijberên deshilatdaran bûn, Dû sebebên çûyîna wan hebûn. Yek metirsiya êrîşên terorî ya duyê jî ji bo wan û malbata wan îmkanên bicihbûyînê nemabûn. Zêdetirên hemwelatiyên me pişgirî didin dewleta xwe ji ber vê ye ez pê bawerim ku dê gelekên ji wan paşve vegerin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu