ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hejmarek ji leşkerên siûdî li başûrê Yemenê hatin kuştin

Li operasiyona artêşê û hêzên gelanî yên Yemenê li başûrê vî welatî, hejmareka destdirêjkerên siûdî hatin kuştin.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Îro Yekşemiyê li şer û pevçûna navbera hêzên yemenî û destdirêjkerên siûdî li bereya başûrî ya Yemenê, çar destdirêjkerên siûdî hatin kuştin.

Ev di rewşekê da ye ku hêzên yemenî du kirêgirtiyên siûdî jî li navçeya El tehtiyayê li bajarê Hudeydeyê li perraba rojavayî ya Yemenê kuştin.

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê her wiha baregeh û çeperên kirêgirtiyên siûdî li Mûze û waziyê li Teêzê dan ber êrîşê.

Başa dön tuşu