İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hejmarek ji terorîstan li rojavaya Sûriyê hatin kuştin

Li operasiyona berfireh a artêşa Sûriyê li rojavaya vî welatî hejmarek ji terorîstan hatine kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a El-Ehda Lubanê, Li operasiyona berfireh a duh sêşemê a artêşa Sûriyê li navça Xerbetul-Cameh li derûdora aliyê başûrî ya Hemayê li rojavaya vî welatî birek ji terorîstan hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn û parek pir ji çek û aîlahên wan hatin rûxandin.

Li gorî nûçeyeke din ji Sûriyê, firokên şêrr ên artêşa Sûriyê pêgehên terorîstên Ehrarul-Şamê û Cibhetul-Nusreyê li bakûra rojavaya vî welatî bombbaran kirin ku li vê operasiyonê jî hejmarek ji terorîstan hatin kuştin.

Ji aliyê din ve, terorîstan navça Babul-Ferec li bajarê Helebê li bakûra rojavaya Sûriyê dane ber êrişa xwe ya gullên Hawanê ku li encamê da 2 welatiyên Sûriyê birîndar bûn.

Ji ber êrişa terorîstan ser Taxa Nîla Helebê jî du welatiyên sûrî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version