IraqNûçeRojhilatanavin

Merhaleya duyemîn a operasyona Mûsilê destpê kir

Hat ragihandin ku merhaleya Operasyona Rizgarkirina Mûsilê ya duyemîn hat destpêkirin.

Fermandarê HêzaTekoşîna Dijteror a Iraqê Abdulwehab El Seed di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku li rojhilatê Mûsilê merhaleya duyemîn a Operasyona Rizgarkirina Mûsilê destpê kir. Li gorî daxuyaniyê di operasyonê de hêzên iraqî wê pêşengiyê bidin taxên rojhilatê Mûsilê ku di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de ne.

Hêzên ewlehî yên Iraqê di 3ê Mijdara 2016an de ji herêma rojhilat ve ketibûn taxên Mûsilê. Hêzên iraqî piştî operasyona 50 rojî derdora 40 taxên Mûsilê ji kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê derxistibû. Bi tevahî 183 taxên bajarê Mûsilê hene, 100 jê li navenda bajêr in û 83 tax jî li rojavayê bajêr in. Bajarê Mûsilê ji sala 2014an ve di bin kontrola DAIŞê de ye û hêzên artêşa Irakê jî ji bo bajêr rizgar bike di 17ê Cotmehê de operasyon dabû destpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu