IraqNûçeRojhilatanavin

Hejmareka din a çekdarên amerîkî li nêzikî sînorê Iraq û Sûriyê bi cih bûn

Li gorî rapora Fars Newsê, Çavkaniyekî agah a ewlehiyê li parêzgeha Enbara Iraqê qala bicihbûna hejamreka hêzên amerîkî li nêzikî derbasgeha sînorî ya El Qaimê li nêzikî sînorê Sûriyê kir.

Ew çavkanî li gotûbêja bi malpera Baghdad Al Yawmê re dibêje: Tu operasiyoneka leşkerî li çola Enbarê tune, lê hejmareka hêzên amerîkî ji du rojan beriya niha va li nêzikî derbasgeha sînorî ya El Qaimê li nêzikî Sûriyê bi cih bûne.

Li gorî vê raporê, li navçeyê hejamreka yekîneyên Heşdi Şeibî û hêzên iraqî yên berpirsê ewlehiyê li El Qaimê bi cih bûne.

Di vê raporê de tu amajeyek bi hegera bicihbûna van hêzên amerîkî nehatîye kirin  û tenê qîma xwe bi vê hevokê anîne ku hin tevger ji aliyê DAIŞê va li navçeyên 120 kîlomêtrî dûrî Enbarê li vê navçeyê hatine dîtin. Çeteyên DAIŞ`ê carna hêzên çekdar ên iraqî li vê navçeyê didin ber êrîşê ku di dawîn êrîşa wan da polîsek ji rûniştiyên Rumadiyê di berêvara Pêncşemiyê da hat kuştin.

Di dawiya meha Tebaxê da jî hin nûçe derbarê bicihbûna hêzên amerîkî li nêzikî şaristana sînorî ya El Qaimê û pêkanîna operasiyonên naskirinê li derdora cihê mayîna wan hatibûn belavkirin.

Di dawiya Herzîrana bihurî jî rayedarekî ewlehiyê li parêzgeha Enbara Iraqê qala bicihbûna çaverênekirî ya hejmareka hêzên amerîkî li dirêjahiya sînorê Iraq û Sûriyê kiribû.

Başa dön tuşu