İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hejmareke kirêgirtiyên siûdî li Yemenê hatine kuştinê

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê êrîşa kirêgirtiyên siûdî-amerîkî li şarê Zî Naêmê li parêzgeha Beyzayê pûç kirin ku di encamê da hejmareke destdirêjekran hatin kuştin an birîndar bûn.

Li gorî nûçeya roja Pêncşemiyê ya IRNA’yê her wiha topxaneya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê navend û baregehên leşkerî yên kirêgirtiyên siûdî li bajarê El Zahirê li parêzgeha Beyzayê dane ber êrîşê ku di encamê da hejmareke wan birîndar bûn.

Li gorî nûçeyeke din, li êrîşa mûşekî ya hêzên yemenî li ser cihê kombûna kirêgirtiyên destdirêjker ên siûdî li Şaristana El Xîlê li parêzgeha Cofa yemenê, hejmareke wan hatin kuştin an birîndar bûn.

Ji aliyê din va li dû du êrîşên firokyên şêrr ên destdirêjker ên siûdî li ser cadeya navçeya Burkanê li bajarê Raziha parêzgeha Seideyê li bajurê Yemenê, erebeyeke şexsî hat jinavbirin û gellek ziyan li mal ûheyitiyên welatiyên yemenî ketin.

Erebistana Siûdiyê bi piştgiirya Amerîkayê û di bin siya bêîdengiya Rêxistina Neteqweyên Yekbûyî (NY) ji 26`ê Adara 2015`an va destdirêjiya xwe ya leşkerî li ser Yemen ê ûdorpêçkirina erdî, hewayî û deryayî ya vî welatî bi mheneya vegerandina Ebde Rebbe Mensûr Hadî serokomarê revîyayî û îstîfakirî yê Yemenê ser desthilatê dest pê kiriye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Exit mobile version