IraqNûçeRojhilatanavin

Hejmartina dengên hilbijartinên Iraqê bi destan dest pê kir

Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê bi destan dest bi hejmartina dengên hilbijartinên parlamentoya Iraqê  kir.

Îro danê sibê û bi fermana encumena bilind ya dadweriya Iraqê, Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê bi destan dest bi hejmartina dengên hilbijartinên parlamentoya Iraqê kir. Tenê dengên wan sindoqan tên hejmartin yên ku guman li ser hene û partî û namzedan daxwaza hejmartina wan kirine.

Hilbijartinên parlamentoya Iraqê roja 12 Gulana îsal hat kirin. Dengana hilbijartinan bi awayekî elektironîk bû, ji ber wê jî deng bi awayekî elektironîk hatin hilbijartin. Lê beşek berçav ji namzed û partiyên siyasî ji encaman razî nebûn loma daxwaz kirin deng bi destan bên hejmartin. Ji ber wê jî parlamentoya Iraqê meha borî biryar da deng bi dest bên hejmartin.

Başa dön tuşu