ÎranNûçeRojhilatanavin

Heke Amerîka pişta welatên dedora Kendava Farsê negire, wê di du hefteyan da ji nav herin

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî li civîna gelemperî ya îro Yekşemiyê ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Eva ku siûdî bi aşkiratî radigihînin ku bi rênimûnî û piştgiriya Amerîkayê tevgerên têrorîst û tekfîrî bi rê xistine û bi hezaran kes kuştine, hişyariyek ji bo tevahiya welatên navçe û cîhanê ye ku di bin postê gotinên mirovdostane û dînî, di salên bihurî da çi karên pîs û qirêj kirine.

Larîcanî got: Cihê mixabiniyê ye ku siûdîyan beşeka mezin a çavkaniyên gelê misilman ê Erebistanê pêşkêşî rayedarên dellal û tacir ên amerîkî kirine û amerîkî dewsa sipasiyê radigihînin ku heke Amerîka pişta welatên dedora Kendava Farsê negire, wê di du hefteyan da ji nav herin.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser vebûna fermî ya baregeha leşkerî ya Inglîsê li Behrêynê û got: Dewleta Inglîsê bêyî berçavgirtina daxwaza gelê Behrêynê, bi heiytiya gelê bindest û misilman ê vî welatî xercê avakirina baregehê û hebûna leşkerên xwe dabîn kiriye.

Larîcanî bal kişande ser bûyerên vê dawiyê li Filsitînê û got: Ev bûyer nîşana hewildanên nihênî û bi guman ên Amerîkayê û hin welatên ereb wekî Erebistanê ye ku bi dijwarkirina jiyana gelê bindest ê Filistînê û alozkirina rewşa navçeyê li gorî xeyala xwe gelê Filsitînê li kuncekî Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê dorpêç vikin û li gorî xwe dawî li kêşeyê bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu