IraqNûçeRojhilatanavin

Hekîm: Biryara dawiyêî li bara opêrasiyona Mûsilê, Dewleta Iraqê dide

Serokê Civata Builind a Îslamî ya Iraqê got ku dewleta vî welatî hêzên beşdar li opêrasiyona rizgarkirina Mûsilê ji bon lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê diyar dike.

Li gorî rapora têlêvîziyona Al-Alamê ji zarê Sumeriye News`ê, Emar Hekîm, serokê Civata Builind a Îslamî ya Iraqê roja çarşemiyê li hevdîtina ligel Tonî Blînken cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê li Bexdayê her wiha got: Eva mafê dewleta Iraqê ye ku bi xwe aliyên beşdar li opêrasiyona rizgarkirina Mûsilê ji bin kontrola DAIŞ`ê bibijêre.

Seyd Emar Hekîm tevî pêgiriya li ser yekîtiya neteweyî li Iraqê bi bîr xist: Dewleta Iraqê hewcedara nûavakirina nijyara xwe bi armanca têkoşîna li hemberî gendelî û brokrasiyê ye.

Emar Hekîm û Tonî Blînken li vê hevdîtinê her wiha rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê û navçeyê hilkolandin û li bara qonaxa piştî DAIŞ`ê û opêrasiyona azadkirina Mûsilê gotûbêj kirin.

Pêştir Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina digel Tonî Blînken liu ser amadetiya hêzên iraqî ji bo azadkirina bajarê Mûsilê ji bin dagîrkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê pêgirî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu