IraqNûçeRojhilatanavin

Hekîm ser hewldana welatên ewrûpî jibo rawestana li ber DAIŞ`ê tekez kir

Serokê hevalbendiya mezin a neteweyî ya Iraqê ser hewildana welatên ewrûpî jibo rawestana li ber terorîstên DAIŞê tekez kir.

  Li gorî rapora IRNA`yê,  seyd Emar Hekîm serokê hevalbendiya  mezina  a neteweyî ya Iraqê roja yekşemiyê li hevdîtina  Mark Barîtî balyazê Fransayê li Bexdayê got ku  welatên ewrtûpî û hevalbendiya  emerîkî li dijî DAIŞê divê li ber grûpa terorîstî bisekinin û li vê barê pir hewil bidin.

Hekîm tekez kir ku gelê Iraqê bi xweragirî û berxweana xwe û hebûna  pirsgirêkan li ber grûpa terorîstî ya DAIŞê radiweste. Serokê hevalbendiya  neteweyî ya Iraqê got ku hêzên  iraqî li rawestana li ber DAIŞê serketinên  berbiçav bi dest xistine û kêm mane heya azadiya  tama  bajarên  bin destê DAIŞê û azadiya  tam a Iraqê û piştî wê Iraqa nû divê li çarçêva aşitî û sedaqetê reftarê bike. Hêzên artêş, polîs, besîca gelanî , hêzên  rawestana li ber terorîzma Iraqê, pêşmergên kurd û eşîrên Neynewayê ji 17 Cotmeha 2016an  li operasyona  azadkirina Mûsilê ji lepên  terprîstên DAIŞê beşdarî kirine û heya niha bi dehan gund û navçe ji destê terorîstan azad kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu