IraqNûçeRojhilatanavin

Helbûsî: Êzdî pêkhateyeke giring a Iraqê ne û nayên paşguhkirin

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî piştî ku şeva derbasbûyî gihişte Hewlêrê, ji bo beşdariya li merasîma Cejna Rojî ya Kurdên Êzdî serdana perestgeha Lalişê kir.

Mihemed Helbûsî di civîna çapemeniyê de ragihand ku Kurdên Êzdî pêkhateyeke giring a Iraqê ne û nayên paşguhkirin, herwiha diyar kir ku li parlementoya Iraqê ji bo mijara qerebûkirina Kurdên Êzdî û vegerandina awareyan dixebitin. Di heman demê de destnîşan kir ku di alîkarîkirina awareyan de rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê mezin e.

Helbûsî ji ber serdana xwe ya bo bajarokê Şêxan û perestgeha Lalişê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Ji ber wê êş û malwêraniya ku hat serê iraqiyan, bi taybetî ew karesata mezin û malwêranbûna xortên birayên me yên Êzdî rûbirû bûne di bin destê komên tundrew ên terorîstên DAIŞê de ku gelek bajar wêran kirin û bi awayekî giştî zirar gihandin Iraqê, bûbû demek cejn û şadî li Iraqê rawestiyabû. Bi taybetî karesateke mirovî bi ser xwişk û birayên me yên Êzdî de hat.”

Serokê Parlementoya Iraqê diyar kir: “Ev cejna birayên me yên Êzdî ji bo me jî cihê şanaziyê ye, ji ber ku ol û nijad û çanda wan beşek ji çand û kultura Iraqê ye ku Iraq bi firerengî û taybetmendiya wan dewlemend e.”

Mihemed Helbûsî li ser berpirsyariya parlementoya Iraqê ya li hember Kurdên Êzdî got: “Em parlementoya Iraqê ji aliyê yasayan ve gelek peywir dikevin ser milê me, ku bi qerebûkirina zirardîtiyan, dabînkirina pêwîstiyên jiyana wan, garantîkirina vegerandina awareyan bo cih û warên wan, dabînkirina derfetên kar û vegerandina karmendên hêzên ewlehiyê ve girêdayîne.”

Başa dön tuşu