NûçeRojhilatanavinSûriye

Heleba Sûriyê kêm maye bê azadkirinê

Piştî azadkirina hin beşên berfireh ji rojhilata bajarê Helebê li bakurû Sûriyê ji destê treorîstan 7 km çarkunc ên ji vî bajarî mane ku ev bajêra tam were azadkirinê.

 Li gorî rapora Fars Newsê, hêzên artêşa Sûriyê karîn li 24 sietên buhurî nêîzkî 11 km çarkunc ji rojhilata bajarê Helebê tam ji destê terorîstan paqij kirin û sercem beşên  paqijkirî yên rojhilat gihandine 38 km an  û tenê 7 km di bin kontrola terorîstan de maye.

Hêzên artêşa Sûriyê li 24 sietên buhurî karîn deverên  El-Meşatiye, Eqyol, Bab El-Hedîd, Şakir Axa, Elbiye Hemze, Ceb  Qeramen, El-Mecî, El-Hezaze, El-Cedîde, El-Ferafire, Ceb El-Qebe, El-Dodo, Sefsafe, Bab El-Nîreb, El-Meadî, El-Merce, El-SAlihînê, El-Şêx Lutfî, Kerem Humed û El-Bûreyê tam azad bikin û hinek deverên  azadbûyî ji 35 deveran bighînin 56 deveran .

Di eynî demê de terorîstên DAIŞ`ê îro pênşemiyê êriş kirin ser meqerên  artêşa Sûriyê li navçên  curbicure parzêgeha  Himsa Sûriyê ku hêzên artêşa  van êrişana  bêencam kirin û hejmarek ji wan  kuştin.

Her wiha  hêzên artêşa  Sûriyê êrişa îro pênşemiyê ya terorîstan ser derdora balefirgeha eskerî ya  El-Seilê li Rîf a bajarê  El-Suweydayê li başûrê Sûriyê bêencam kirin û nêîzkî 17 terorîst kuştin an birîndar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu