Piştî azadkirina hin beşên berfireh ji rojhilata bajarê Helebê li bakurû Sûriyê ji destê treorîstan 7 km çarkunc ên ji vî bajarî mane ku ev bajêra tam were azadkirinê.
Li gorî rapora Fars Newsê, hêzên artêşa Sûriyê karîn li 24 sietên buhurî nêîzkî 11 km çarkunc ji rojhilata bajarê Helebê tam ji destê terorîstan paqij kirin û sercem beşên paqijkirî yên rojhilat gihandine 38 km an û tenê 7 km di bin kontrola terorîstan de maye.
Hêzên artêşa Sûriyê li 24 sietên buhurî karîn deverên El-Meşatiye, Eqyol, Bab El-Hedîd, Şakir Axa, Elbiye Hemze, Ceb Qeramen, El-Mecî, El-Hezaze, El-Cedîde, El-Ferafire, Ceb El-Qebe, El-Dodo, Sefsafe, Bab El-Nîreb, El-Meadî, El-Merce, El-SAlihînê, El-Şêx Lutfî, Kerem Humed û El-Bûreyê tam azad bikin û hinek deverên azadbûyî ji 35 deveran bighînin 56 deveran .
Di eynî demê de terorîstên DAIŞ`ê îro pênşemiyê êriş kirin ser meqerên artêşa Sûriyê li navçên curbicure parzêgeha Himsa Sûriyê ku hêzên artêşa van êrişana bêencam kirin û hejmarek ji wan kuştin.
Her wiha hêzên artêşa Sûriyê êrişa îro pênşemiyê ya terorîstan ser derdora balefirgeha eskerî ya El-Seilê li Rîf a bajarê El-Suweydayê li başûrê Sûriyê bêencam kirin û nêîzkî 17 terorîst kuştin an birîndar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)