CîhanEwropaNûçe

6 Kes Ji ber Hewildana Kuştina Maduro Hatin Desteser Kirin

Wezareta Karên Navxweyî yên Venezuela ragihand ku 6 kesên ku peywendîya wan bi hewildana kuştina Serokê Venezuela Nicolas Maduro re heye hatine desteser kirin. Wezîrê Karên Navxweyî yên Venezuela Nestor Reverol da zanîn ku dibe ku di demjimêrên pêş de ew hin kesên din jî desteser bikin.

Roja Şemîyê, dema Maduro li Caracas ya paytaxt di merasîmeke leşkerî de axaftin dikir dijî wî bi du firokên bêmirov hewildana kuştinkarîyê pêk hatibû. Reverol bo şeş kesên hatine desteser kirin got ku ‘’terorîst’’ in û da zanîn ku ji heft kesên birîndar bûne, sê kes giran in.

Başa dön tuşu