ÎranNûçeRojhilatanavin

Helîkopter ket, 5 kesan can da

Li Îranê helîkoptera ambulans (hawarçûnê) ji ber sedemeke ku nehat diyar kirin ket. 5 kesan can da.

Waliyê Behşehrê Seyyîd Halîd Seccadî di televizyona dewletê ya Îranê IRINNê ragihand ku helîkoptereke bi ser Kompaniya Netewî ya Petrolê ve ya ambulans bi sedemeke nediyar ketiye û noqî ava Derya Hazarê bûye. Seccadî da zanîn, helîkopter ji bo veguhestina birîndarê li Platforma Emîr Kebîr a Petrolê bi rê ketibû û 5 kesên di helîkopterê de jî di qezayê de jiyana xwe ji dest dane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu