CîhanEwropaNûçe

Di bûyerên li Gurcîstanê de: 33 kes birîndar bûn 40 kes hatin desteserkirin

Li bajarê seyrangehê ya Batûma girêdayê Gurcîstanê ji ber ku kesek li cihek ne guncav seyareya xwe park kiribû ceza lê hat birîn. Lê ceza bû sebebê bertekên girseyî. Di encama bûyeran de 33 kes birîndar bûn, 40 kes hatin desteserkirin.

Ji ber ku polîsan kesekî û hevalê wî desteser kir, bûyer derketin. 4 kesên ku ji bo alîkariya hevalên xwe hatin qereqolê, ew jî hatin desteserkirin. Li ser van bûyeran bi hezaran kes derketin kolanan û li dijî polîsan xwepêşandan pêk anî. Seyareyek hat şewitandin û bûyerên gengeşiyê derketin. Polîsan bi guleyên plastîk êrîş ber ser xwepêşenderan. Wezîrê Karên Hundir yê Gurcîstanê George Mgebrişvili, ragihand di bûyeran de herî kêm 40 kes hatin desteserkirin, 33 kes jî birîndar in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu