ÎranNûçeRojhilatanavin

Helwêsta Îranê ya li bara rapora wezareta karên derve ya Amerîkayê

Berdevk û serokê navenda dîplomasiya giştî û medyayî ya wezareta karên derve ya Îranê, ev yeka bi bîr xist û îdiayên ku li rapora salane ya wezareta karên derve ya Amerîkayê li ser rewşa azadiya mezheban li Komara Îslamiya Îranê, hatine weşandin, nerast û nekêrhatî dan zanîn û ew red kirin.

Li gorî rapora dayira giştî ya dîplomasî û medyayî ya wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, Behram Qasimî, roja şemiyê, bal kişnand ser vê yekê ku naveroka vê rapora dijî Komara Îslamiya Îranê, îdiayên dubarebûyî û nerast û bêbelge ne ku ji ser dijminatî û kîneyên siyasî, amade bûne û hatine weşandin û destnîşan kir: Komara Îslamiya Îranê, li gotî qanûna xwe ya bingehîn, mafên kêmîneyên mezhebî, bi fermî nas kiriye û hemû welatiyên îranî bona bi destxistina mafên xwe yên sereke li çarçoveya qanûnan, wekî hev in. Wî destnîşan kir: Li raporên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ku vê dawiyê hatiye weşandin, li ser binpêkirinên berfireh ên mafên kêmîneyên mezhebî yên li Amerîkayê û bi taybet misilmanan, hin nîgeranî hatine diyarkirin ku pêwîst e dewleta Amerîkayê, dewsa şîreta li welatên din, bila bala xwe bide xalên binpêkirina berbiçav a mafên misilmanên li vî welatî.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, destnîşan kir: Pêwîst e dewleta Amerîkayê, dawiyê li binpêkirina mafên kêmîneyên mezhebî û bi taybet misilmanan bîne û sozên xwe yên di warê mafên mirovan bi awayekî cidîtir cih bîne, herwiha divê ev welata hin tivdîrên cidî li ser pêşîgirtina ji berfirehbûna îslamtirsiyê, bigire ber xwe.

Qasimî got: Komara Îslamiya îranê, her cure behrewergirtina siyasî ya bi mihaneya mesela mafên mirovan li ser welatên serbixwe ku li çarçoveya berjewendiyên siyasî yên hin hêzxurtan cih tên, karekî dijî qanûnên mafên mirovan dizane û wê şermezar dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu