CîhanEwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Gefa Bolton bo ser Sûriyê

Blomburgê îro şemiyê ji zarê bingehekî agehdar nivîsî: Can Bolton Mişêwirê ewlehiya netewî ya Amerîka li hevdîtina tev hevtayê xwe yê rûsî Nîkolayî Patroşêv carek din gefa êrişa eskerî ser Sûriyê kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Can Bolton Mişêwirê ewlehiya netewî ya Amerîka li hevdîtina tev hevtayê xwe yê rûsî Nîkolayî Patroşêv li Genevaya Sûyîsê îdia kir: Hinek agehdarî di ber destê Amerîka da hene ku Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li operasiyona azadkirina Idlibê ji çek û sîlahên kîmyavî istifade kiriye.

Bolton gotiye ku eger ev agehdariyane rast bin, Amerîka dê êrişekî qahîmtir ji yên berê bike ser Sûriyê.

Hatiye ragihandin ku 4 bingehên ku ji vê civîna Bolton û Nîkolayî Patroşêv agehdar bûne ev nûçeya belav kirine.

Van bingehên nûçan ku nexwestine navê wan eşkera be ragihandine ku Bolton gotiye Eger îspat bibe ku Sûriyê li operasiyona azadkirina Idlibê ji çekên kîmyavî istifade kiriye, Waşîngton dê êrişî ser Sûriyê bike.

Başa dön tuşu