AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevkariya aborî ya di navbera Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê de

Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê şeva çûyî li dawiya roja yekem a Komcivîna Derfetên Aborî ya di navbera du aliyan de, Hevhatinameke berfirekirina hevkariyên aborî îmza kir.

Li gor rapora IRNA, Ev hevhatinama aborî bi amadebûna wezîrê Pêşe, maden û Ticaretê ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Şerîetmedarî û wezîrên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê îmza bû.

Li gor vê nûçeyê wezîrê Pêşe, maden û Ticaretê ya Komara Îslamî ya Îranê  piştî îmzabûna vê Rêketinamê di nav koma nûçegihanan de got: Komîteyeke hevpar ji bo çopandina rêketinamên navbera du aliyan pêk hatiye.

Şerîetmedarî lidarketina Komcivîna Derfetên Aborî ya di navbera du aliyan de li çarçêva berfirekirina hevkariyên Îran û Iraqê da zanîn û got:Komara Îslamî ya Îranê hertim li kêleka dewlet û netewê Iraqê bi taybetî li kêleka kurdan e.

Komcivîna du rojî ya Derfetên Aborî ya di navbera Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê roja çarşemê bi beşdariya komek ji rayedarên îranî û iraqî li Hewlêrê navenda Herêma Kurdistana Iraqê despê bû.

Başa dön tuşu