FilistînNûçeRojhilatanavinSûriye

HEMAS: Êrîşa Îsraîlê siyonîst ya li hemberî axa Sûriyeyê êrîşeke li hemberî hemû Ereban e

Tevgera Hemasê ya li Xezeyê daxuyand êrîşa siyonîst Îsraîlê ya ku duh li başûrê bajarê Quneytrayê li hemberî bataryaya dijebalafiran kir êrîşeke li hemberî hemû dinyaya Ereban e.

Berdevkê Hemasê Hazîm Qasim daxuyaniyeke nivîskî weşand û got êrîşa Îsraîlê ya li hemberî axa Sûriyeyê li hemberî dinyaya Ereban hatiye kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ev êrîş dewama êrîşên Îsraîlê yên siyonîst ku li hemberî gel, ax û muqadesata Filistînê tên kirin yek e û daxuyaniyê wiha dewam kir: “Ev êrîş cardin nîşan dide ku Îsraîla dagirker li herêmê û dinyaya Ereb dijmin e.”

Hat gotin umet, dinyaya Îslamê di nav xwe da li hev nakin û Îsraîl jî ji vê îstifade dike, divê ev lihevnekirin dawî bibin.

Başa dön tuşu