ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îranê li 300 salên buhurî êriş nekiriye ser tu welatekî

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku tu kes nikare ser navçê serdest bibe û destnîşan kir divê welatê navçê bi hev re hevkariyê bikin.

 Li gorî rapora roja îniyê ya Fars Newsê Muhemed Cewad Zerîf li gotûbêja  bi Yorgen Tûdênhofer rojnamevanê bi nav û deng ê almanî li Têhranê û destnîaşn kir: Komara îslamî ya Îranê bawer e pirsgirêk û qeyranên navçê tenê ji riya gotûbêja  li gor  bîr û rayên giştî dê çareser bibin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Erebistanê yek ji welatên  giring ê navçê da zanîn û got: Bêyî Erebistanê li navçê nikarin li hev bikin.

Zerîf ser giringiya  pêkanîna pêbaweriyê navbera welatên  navçê jî teqez kir û got: Pêkanîna bêbaweriyê dikarin ji riya  geştyarî, seredanên  eskerî û wjokirina  peymana destdirêjîne kirinê , navbera welatên navçê pêk bînin.

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  li 300 salên buhurî êriş nekiriye ser tu welatî û destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê amadeyî wajokirina  peymana destdirêjînekirinê  tev hemî welatên navçê ji wan Erebistanê ye.

Zerîf her wiha bal kişand ser hewldana  Emerîka û hin  hevpeymanên  wê ji bo cihanîna boykotên  nû yên li dijî Îranê bi mehna  bernama  berevaniya mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê û got: Îran pêka  welatên din ên navçê xercekek kêm terxan daye bo çek û sîlehan.

Wezîrê karên derve yê Îranê abl kişand ser vê  yekê ku Erebistan, Çîn û welatên  navçê, xwediyê mûşekên  bi birra zêdeir ji mûşekên Îranî ne ku heta  hêza rakirina  kumikê navokî jî heye û got: Mûşekên  îranî ji bo hilgirtina kumikên  navokî nehatine dîzaynkirin ji ber ku  Komara Îslamî ya Îranê bawerî bi çekên  tevkujiyê tine.

Başa dön tuşu