CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Şeytana mezin Amerîka disa bombên qedexe li Sûrîyê bikar tine

Balafirên cengê yên Hevalbendîya qaşo Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê bi fermandetîya Amerîkayê şeva buhurî bi bombeyên qedexe yên Fosforê êrişî gundê Bagozê li parêzgeha Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê kirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçan a Fermî ya Sûrîyê (SANA), di encama wê bombebaranê de hejmarek welatîyên sûrî ji wan çend jin û zarok li Bagozê hatin kuştinê.

Balafirên cengê yên Hevalbendîya Amerîkî yekşema buhurî jî gundê Bagozê dan ber bombeyên qedexe yên Fosforê.

Koma Çavdêr a Airwars`ê ku êrişên Hevalbendîya qaşo Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê li Sûrîye û Iraqê dişopîne, vê dawîyê ragihand ku zêde ji 5 hezar sivîl ji sala 2014`an ve heta nika di encama êrişên hewayî yên Hevalbendîya Amerîkî li Iraq û Sûrîyê hatine kuştinê.

Başa dön tuşu