Hemî erkanê Komara Îslamî ya Îranê divê li gor merîfe û têgihên olî û qanûna bingehîn tu duberekî û newekheviyekê navbera îraniyan ji her qewm û nijad û mezhebekê qayîl nebin
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li bersiva nameya rêveberê hoza ilmiye a Darulilûma ehl suneya Zahidanê li başûrê rojhilata Îranê tekez kir: Hemî erkanê Komara Îslamî ya Îranê divê li gor merîfe û têgihên olî û qanûna bingehîn tu duberekî û newekheviyekê navbera îraniyan ji her qewm û nijad û mezhebekê qayîl nebin.
Molewî Ebdulhemdî Îsmaîl Zêhî pêşnimêjê mizgevta Mekî û rêveberê hoza ilmiye ya Darililûma ehlê sunne ya Zahidanê, 2 Tebaxa 2017`an li nameyekê bo rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî hin pirsgirêkên ehlê sunne li Îranê hilêxistin û daxwaza fermana wî li vê barê kir.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNAyê, hezretê Ayetullah Xamineyî li vê nameyê ku ji aliyê Hucetulîslam welmuslimîn Muhemed Muhemedî Gulpayganî serokê nivîsgeha rêberê giranqdr ê Inqilaba Îslamî ji Molewî Ebdulhemîd re hat raghandin, destnîşan kir: Divê hemî li kêleka hev û li rêzên qahîm û yekgirtî li serbilindî û îzeta Îrana Îslamî bifkirin û ji bo wê hewlê bidin û nehêlin ku dijminên vî welatî û ehrîmenên ser bi wan li nava van rêzana bêtifaqiyê çê bikin.
Rêberê giranqedr ê Inqilab aÎslamî ji hogiriya Molewî Ebdulhemîd bo nizama Komara Îslamî û piştgirî û berevaniya wî ji Îranê û armancên bilind ên Inqilaba Îslamî spasî kir û tekez kir: Bi vê hêviyê ku em bi îlhama ji fêrkariyên Îslamî û bi palpiştiya xalên qanûna bingehîn em hemî wek îranî bikaribin jibo jordebirina welêt û dabînkirina berjewendiyên neteweyî û qahîmkirina yekitiyê û yekperçetiyê pêngavan rakin û rola xwe li cihanîan erkên olî û neteweyî cih bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)