ÎranNûçeRojhilatanavin

Hemî erkanê Komara Îslamî ya Îranê divê li gor merîfe û têgihên olî û qanûna bingehîn tu duberekî û newekheviyekê navbera îraniyan ji her qewm û nijad û mezhebekê qayîl nebin

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li bersiva nameya rêveberê hoza ilmiye a Darulilûma ehl suneya Zahidanê li başûrê rojhilata Îranê tekez kir: Hemî erkanê Komara Îslamî ya Îranê divê li gor merîfe û têgihên olî û qanûna bingehîn tu duberekî û newekheviyekê navbera îraniyan ji her qewm û nijad û mezhebekê qayîl nebin.

 Molewî Ebdulhemdî Îsmaîl Zêhî pêşnimêjê mizgevta  Mekî û rêveberê hoza ilmiye ya Darililûma ehlê sunne ya Zahidanê, 2 Tebaxa 2017`an  li nameyekê bo rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî hin pirsgirêkên  ehlê sunne li Îranê hilêxistin û  daxwaza fermana  wî li vê barê kir.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya  IRNAyê, hezretê Ayetullah Xamineyî li vê nameyê ku ji aliyê Hucetulîslam welmuslimîn Muhemed Muhemedî Gulpayganî serokê nivîsgeha  rêberê giranqdr ê Inqilaba Îslamî  ji Molewî Ebdulhemîd re hat raghandin, destnîşan kir: Divê hemî li kêleka hev û li rêzên  qahîm û yekgirtî li serbilindî û îzeta Îrana Îslamî bifkirin û ji bo wê hewlê bidin û nehêlin ku  dijminên  vî welatî û ehrîmenên  ser bi wan li nava van rêzana  bêtifaqiyê çê bikin.

Rêberê giranqedr ê Inqilab aÎslamî ji hogiriya  Molewî Ebdulhemîd bo nizama Komara Îslamî û piştgirî û berevaniya wî ji Îranê û armancên  bilind ên  Inqilaba Îslamî spasî kir û tekez kir: Bi vê hêviyê ku  em bi îlhama ji fêrkariyên  Îslamî û bi palpiştiya  xalên qanûna bingehîn em hemî wek îranî bikaribin jibo jordebirina welêt û dabînkirina  berjewendiyên  neteweyî û qahîmkirina yekitiyê û yekperçetiyê pêngavan rakin û rola xwe li cihanîan  erkên  olî û neteweyî cih bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu