IraqNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna qonaxa pêncan a azadkirina rojava Mûsilê ji destê DAIŞ`ê

Hêzên gelanî yên Iraqê qonaxa pêncan a operasyona azadkirina rojava Mûsilê ji destê DAIŞê destpê kirine.

 Televîzyona  Al-Alamê ji zarê çavkaniyên  iraqî ragihand ku qonaxa pêncan a operasyona hêzên gelanî yên Iraqê jibo azadkirina  rojava Mûsilê vê sibê destpê bûye û serketin ve pêş ve diçe.

Samî El-Arizî fermandê operasyona Rêxistina  Rawestana li ber Terorîzmê ya Iraqê jî got ku  piştî kuştina  zêde ji 2500 kes ji terorîstên DAIŞ`ê û revîna  hejmareke din bi taybet serkirdên wan hejmara DAIŞiyên mayî li Mûsilê kêm û nêzîkî 7 heya 8 hezar DAIŞî ye ku piraniya wan iraqî û hin ji wan jî biyanî ne.

Ebduwehab Saidî yek ji fermandên artêşa Iraqê jî got ku dewama şerê azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞê zêdetir ji viya ku hewayî bibe dê bejahî be.

Erkantiya propagendeya cengê ya artêşa Iraqê jî li bara îmhakirina  kargeheke danîna bombeyan nav trimbêlan û berhemanîna bombeyê li navça El-Qabatê li rojhilata Mûsilê agahî da.

Her wiha balfeirên cengê yên iraqî meqerên terorîstan li navça El-Reyhanê li rojava  Remadiyê li parêzgeha Enbarê rojava Iraqê dan ber êrişan ku li encama wê herîkêm heft endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu