ÎranNûçeRojhilatanavin

Hemû îranî li ber qanûnê beranber û wekhev in û ev mesela hema eşkera di nav qanûna bingehîn a welêt da hatiye nivîsandin

Hesen Ruhanî serokê Komara îslamî ya Îranê li civîna îro ya “Qanûna bingehîn û Heq û mafên Mirov“ li Têhranê destnîşan kir; Li Komara îslamî ya Îranê , qanûn hemû kesî digre ber xwe û tu kes derveyî qanûnê nîne.

Ruhanî destnîşan kir; Ji bo ku welatek û hikûmeteke qanûnî hebe, tu kes, tu sazî, tu grûp, tu partî û tu medyayek divê jêra pirsgirêkên ewlehiyê çê nebin.

Wî destnîşan kir; Menşûra heq û mafên welatîbûnê ku hate nivîsîn û îmza bû, qanûna bingehîn nîne, lê riya îcrabûna qanûna bingehîn hêsan dike û naveroka vê qanûnê dijî qanûna bingehîn a Komara îslamî ya Îranê nîne.

Ruhanî herwisa bal kişande ser xebata zêde ji 15 hezar û 600 kargehên şol û xebatê li 8 mehên bihurî û got: Bilî viya ku karistanên navxweyî karê xwe destpê kirine, îdî xebata kompaniyên hevpare îranê û welatên din jî destpê bûye.

Serokê Komara îslamî ya Îranê herwisa bal kişande ser destpêbûna xebata pêşvebirina navokî li îranê û got: Ev fermana bizavekî girîng e li babeta xebatên aşitîxwazane yên navokî.

Wî destnîşan kir ku duh yekşemê wî wekî serokkomarê Îranê gotiye birêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya enirjiya atomî ku pêwîst e ev ajansa alîkariyê bide Îranê ta ku Îran li çêkirina van teknolojiyên pêşketî li babeta enirjiya navokî pêş bikeve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu