İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hemwelatiyên Skotlanda careke din daxwaza serxwebûn û cuda bûna ji Brîtanya dikin

Hemwelatiyên Skotlanda careke din daxwaza serxwebûn û cuda bûna ji Brîtanya dikin.

Duh 06.10.2018ê zêdetirî 20 hezar hemwelatiyên Skotlanda li paytexta Skotlandayê Ebinbergê xwepêşandanek pêkanîn û daxwaza serxwebûnê û cudabûna ji Brîtanya kirin.

Serokê hikûmeta Skotlandayê Nicola Sturgeon ragehand, piştî bi temamî ji Yekitiya Ewropayê derketina Brîtanya ya di meha Adar a 2019ê, dê helwêsta xwe ya derbarê pêkanîna referandûma serxwebûna Skotlandayê de ragehîne.

Heta naha hikûmeta Brîtanyayê dijatiya xwe bi hemû hewldanekê ve li dijî pêkanîna referandûma serxwebûna Skotlandayê nîşan daye.

Skotlanda welatekî pêkanînerê Brîtanyaya mezin e û wek herêma Kurdistanê di meha Îlona 2014ê de referandûma serxwebûnê pêkanî, lê zêdetirî sedî 53yê xelkê Skotlandayê dijî serxwebûna welat deng da.

Exit mobile version