FilistînNûçeRojhilatanavin

Henîye: HAMAS plana Aştîya Netewî qebûl dike

Serokê nivîsgeha sîyasî ya Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) razîbûna tam a vê tevgerê derbarê plana nû ya Misrê di warê aştîya netewî li Filistînê de ji wezîrê lêzanîn û ewlehîya Misrê re ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, Ismayîl Henîye serokê polîtboroya HAMAS`ê li peywendîya telefonî ya digel Ebas Kamil wezîrê lêzanîn û ewlehîya Misrê got: Vê tevgerê bi berçavgiritna şert û mercên taybet ên mesela Filistînê û êrişên bitehluke yên ser vê mijarê, nemaze di warê mijara Qudsê û awareyên filistînî de, plana nû ya aştîya netewî ku Misrê raber kirîye, qebûl kirîye.

Mûsa Ebû Merzûq endamê polîtboroya HAMAS`ê jî vê dawîyê hûrgilîyên pêşnîyara Misrê bo vê tevgerê ya di warê aştîya netewî digel Tevgera Fethê de şirove kirin û got: Li plana nû, hin mêkanîzm ji bo cihanîna aştîya netewî ku asê bibû, hatine kivşkirinê û biryar e ku di qonaxên curbicur de bên cihanînê.

Wî pêgirî kir ku HAMAS gotûbêjên nû derbarê aştîya netewî de nake û hemî pêngav wê li gorî rêketinamên berê bên rakirinê û dîyar kir: HAMAS ji bo cihanîna pêşnîyara Misrê amade ye û vîna tam ji bo vî karî heye û tenê li benda bersiva Tevgera Fethê li hemberî vê planê ye.

Tevgerên Feth û HAMAS`ê di 12`ê Cotmeha sala 2017`ê de rêketinama aştîya netewî li Qahirê wajo kirin.

Piştî lihevkirina têkildarî aştîya netewî, Tevgera HAMAS`ê komîteya xwe ya idarî li Zîvala Xezzê hilweşand û alîkarî da pêkhatina zemîneya karkirina dewleta tifaqa netewî lê, Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê rê li ber rakirina cezayên ser Zîvala Xezzê de girt û dayîna miaşê karmendan paşda dixe û di vî warî de sistîyê dike.

Başa dön tuşu