FilistînNûçeRojhilatanavin

Heniye: “Israîlê qet erd û war tune ku bixwaze Quds bibe paytexta wê“

Serokê ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedanan Îslamî ya Filistînê (HAMAS) derheq biryara Amerîkayê ya nasandina Qudsê wek paytexta Israîlê ragihand: “Rêjîma siyonîst qet tu erdê xwe tune ku bixwaze Quds bibe paytexta wê“.

Li gorî rapora Al Alamê, Serokê ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedanan Îslamî ya Filistînê (HAMAS), Îsmaîl Heniye roja Çarşemiyê bi şandina peyamekê bo serokê welatên erebî û îslamî, sikritirê giştî yê Saziya Hevkariya Îslamî, sikritirê giştî yê Yekîtiya Ereban, taxim û rêxistinên erebî  ûnavneteweyî, destnîşan kir: “Gelê Filsitînê îzna cihhatina komploya Amerîkayê li dijî Qudsê nade û her amûrekê bona berevaniya ji erd û şûnewarên xwe yên pîroz dê bi kar bîne“.

Heniyeyî li vê peyamê her wiha ragihand: “Cihanîna hitmalî ya biryara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ji bo bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Israîlê û birina balyozxaneya xwe ji Til Avîvê bo Qudsê binpêkirina aşkira ya tevahiya konvansiyon û qanûnên navneteweyî û handana hestên umeta erebî û îslamî ye û dê elavên hêrsê li dijî Rêjîma siyonîst bilind bike“.

Serokê ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedanan Îslamî ya Filistînê (HAMAS) got: “Ev kar ku bi merema nixûmandina cinayet û bernameyên Israîlê ji bo siyonîstîkirina Qudsê pêk tên, dê derbaskirina hemî hêlên sor û destpêka guhertinên bixof li navçeyê be“.

Îsmaîl Heniye ji welat, enstîtû û umeta erebî û îslamî xwest ku bi cihanîna berpirsiyariya xwe ya dîrokî derheq Qudsa Dagirbûyî, di rêzê yekîne li hemberî helwêstên dewleta Amerîkayê ku bi aşkiratî pişta Rêjîma Siyonîst digire bisekinin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu