EwropaNûçe

Polesê li Danîmarkayê li malekê 6 kes mirî hatin dîtin

Polêsê Danîmarkayê derbarê bûyerê de agahî nedan, lê li herêma Ulstrup a bajarê Randersê li navnîşanekê li ser îxbara rewşa bi guman lêkolîn hat kirin, di malê de 4 jê zarok terme 6 kesan hat dîtin.

Piştî bûyerê hêzên ewlehî mal xistin nava kordonê û pisporên tibî û edlî li malê lêkolîn kirin. Herwiha Şaredariya Favrskovê di peyama xwe ya medya civakî ya Facebookê de ragihand ku ji bûyerê pir xemgîn bûne, wê sibê ji bo mamosta û şagirtên dibistana zarokên ku diçûnê dê grûbeke piştgirî ji bo wan amade bikin. Li gorî zanyariyan, sedema mirina kesên malbatê ji terefê pisporên tibî û edlî ve didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu