CîhanEwropaNûçe

Şandeka pilebilind ya Koreya Bakûr diçe Koreya Başûr

Şandeka pilebilind ya Koreya Bakûr ji bo merasima xilasbûna yariyên olîmpîkê diçe Koreya Başûr.

Yariyên olîmpîkê îsal li bajarê Piyong Çang yê Koreya Başûr hatin lîstin. Ev organîzasyon, ji rûdanên sportîf zêdetir bi bandora siyasî ya li ser pêwendiyên Koreya Bakûr û Koreya Başûr deng veda. Xûşka serokê Koreya Bakûr jî bi sporvan û lîstikvanên Koreya Bakûr re derbasî Koreya Başûr bibû.

Yariyên olîmpîkê îro xilas dibin. Bi vê helkeftê şandeka pilebilind ya Koreya Bakûr çûye bajarê Piyong Çangê yê Koreya Başûr. Fermandeyekî artêşa Koreya Bakûr serokatiya wê şandê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu