ÎranNûçeRojhilatanavin

Heqê Îranê ye ku pêgehên terorîstan li nav axa Pakistanê ji nav bibe

Cîgirê qumandê giştî yê artêşa Komara îslamî ya Îranê got: Eger bê û Pakistan nekaribe dijî tyerorîstên nav axa xwe xebatekê bike, heqê Îranê ye ku hêlîna terorîstan li nav axa Pakistanê ji nav bibe.

Li gor rapora ajansa nûçan a SAHAR TV`yê, Emîr Sertîp Ehmedriza Pûrdestan Cîgirê qumandê giştî yê artêşa Komara îslamî ya Îranê destnîşan kir; Kiryara terorîstî dijî hêzên sînorvan ên Îranê li ser sînorê Mîrcawê ku ji nav axa Pakistanê terorîstan dest bi vê cinayetê kirine nîşana lawaziya Pakistanê ye ji ber ku li gor protekolên sînorî dibe ku welatê cînar sînorên xwe bona cînaran êmin ragire.

Cîgirê qumandê giştî yê artêşa Komara îslamî ya Îranê got: Hêzên çekdar ên Komara îslamî ya Îranê bilî şermezarkirina van cure lawaziyên ku ji aliyê Pakistanê çê dibin ku terorîst ji nav axa vî welatî dikarin bikevin nav axa Îranê radigehîne eger ev welata nikare li hemberî terorîstan raweste yan vê meselê micid nagire, Îran heqê xwe dizane bona dabînkirina ewlehiya axa xwe bikeve nav axa Pakistanê û hêlîna terorîstan ji nav bibe.

Êvara çarşemiyê, 26`ê Nîsana 2017`an, li pey kemîna têrorîstan li nuxteya sifir a sînorê Îran û Pakistanê, 9 kes ji sînorvanên navçeya Mîrcaweyê li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê dema geşt û lêgerînê hatin şehîdkirin û sînorvanekî birîndar jî ji aliyê têrorîstan va bo nav axa Pakistanê hat veguehstin.

Koma tekfîrî û têrorîst a Ceyş El Zulmê berpirsiyariya vê êrîşa têrorîstî hildaye ser milê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu