CîhanEfrîqaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Her roj 800 zarok ji nebûna avê dimirin

Fona Alîkarî ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di daxuyaniya xwe de ragihand ku her roj 800 zarokên ji 5 salî biçûktir ji ber nebûna ava paqij jiyana xwe ji dest didin.

UNICEFê di raporta xwe ya Roja Avê ya Cihanê de bal kişand ser guherîna avhewa, zêdebûna hişkesalî û ji ber şer û pevçûnên li gelek herêmên cihanê kêmbûn û gihandina ava paqij kir.

Li gorî raporta UNICEFê, hersal pêwistiya bi ava paqij zêdetir û kaniyên avê yên li cihanê kêm dibe, li seranserê cihanê bi awayekî cidî 36 welat tengasiya avê dikişinin. Li dinyayê her roj 800 zarokên ji 5 salî biçûktir ji ber peydenekirin û gihandina ava paqij jiyana xwe ji dest didin.

UNICEFê di dirêjiya raporta xwe de ragihand ku li dinyayê bi awayekî lezgîn kanayên avê kêm dibin û hetanî 2040î ji 4 zarokan 1 yanî 600 milyon zarok ji ber nebûna ava paqij an dê bimirin an jî wê nexweşiyeke giran derbas bikin. Li herêmên hişkesalî zarok ji bo peydekirina ava paqij naçin dibistanê û carinan jî zarokên keç rastî dest dirêjiyê tên.

Li gorî raportê hetanî 2050î wê nêviyê cihanê nikaribe xwe bigihîne kanayên avê yên paqij. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu