Hesen Rûhanî, roja îniyê li kêleka mersima oxirkirina meytê şehîdên êrişên terorîstî yên Têhranê li gotûbêja bi IRIB News`ê, bal kişand ser beşdariya berfireh a gelê Îranê li dazdehemîn dewra hilbijartinên serokkomariya Îranê û got: “Her tim dema gelê Îranê serketineke mezin bi dest dixe, yên neyar lê digerin ku derbeyekê li vî welatî xîninin“.
Rûhanî her wiha got: “Operasyona terorîstî ya roja çarşemiyê li Têhranê jixwe tolhildana ji demokrasiyê ye ji ber ku demokrasî bingeha fikrî ya terorîstan ji nav dibe û nîşan dide ku tundûtûjî rêçare nîne“.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: “Gelê Îranê dê riya xwe jibo bidestxistina armanc, yekperçetî û yekitiya neteweyî bidomîne û bêguman gelê Îranê dê gelek serketî be“.
Li encama êrişên siba çarşemiyê ya kesên ser bi koma terorîst a DAIŞ`ê ser meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û herema paqij a Îmam Xumeynî (RE) li Têhranê, 17 kes şehîd û 52 kes jî birîndar bûn.
Mersima oxirkirina şehîdên êrîşa terorîstî ya Têhranê bi beşdariya rayedarên pilebilind ên Îranê û malbatên şehîdên van êrişan, vê sibê li hola Aftabê ya meclisa şêwra Îslamî hat lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)