NûçeRojhilatanavinSûriye

Ceferî: Tirkiye navên gundan li Efrînê diguhêre

Nunerê Sûrîyê li muzakirên Astanê got: Hêzên Tirkîyê bi awayekî narewa derbasî bakura rojavaya Sûrîyê bûne û Tirkîyê dest bi proseya tirkkirina wan deveran û guhartina navan kirîye.

Yanzdemîn dewra danûstandinên Astanê şeva buhurî bidawî bû û serokê desteya hikûmeta Sûriyê bi nîşandana  wêneyekê ji Efrînê di civînê de got: Hêzên Tirkîyê bi awayekî narewa derbasî bakura rojavaya Sûrîyê bûne û Tirkîyê dest bi proseya tirkkirina wan deveran û guhartina navan kirîye.

Caferî di civîna Astanayê de wêneyek ji gundekî Efrînê nîşan da û got: “Hêzên dagîrke ên Tirkiyê navê gundê Qestelê Miqdad danîne Selcoq Obasî. Ji bilî wê jî li wan deveran diravê Lîre yê Tirkî li şûna Lîrê Sûrî tê bikaranîn û ala Tirkiyê li şûna ala Sûrîyê hatiye bilindkirin û rêbazên xwendinê yên hikûmeta Sûriyê bi rêbazên ku dewleta Tirkiyê amade kirine hatine guhartin û zarokan neçar dikin silavê li ala Tirkîyê bikin.”

Artêşa Tirkiyê û têrorîstên ser bi wê ve roja 20`ê Çileya buhurî dest bi êrîşa li ser herêma Efrînê kirin û di roja 18`ê Adarê de dagîr kirin.

Li gorî gellek raporên ji herêmê, ji bilî pirsa revandina welatiyan, sepandina bacan û destdanîna ser mal û milkên welatiyan û têkbirina cihên dîrokî û pîroz, proseya guhartina demografîyê bi awayekî rêxistinkirî cih tê û koçberên Ereb ên deverên din ên Sûriyê li şûna Kurdan tên bicihkirin.

Başa dön tuşu