ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Herêma Kurdistana Iraqê pesna rola Serdar Silêmanî di şerê dijî DAIŞ`ê de da

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî ser rola nayê inkarkirinê ya Serdar Silêmanî û Ebûmehdî Muhendis di şerê dijî DAIŞ`ê de kir.

Bidû şehîdbûna Genera Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Heşdi Şeibîya Iraqê û hejmarek hevrêyên wan bi destê hêzên amerîkî li Bexdayê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxûyanîyekê de ragihand ku sîyaseta yekalîkirina rikeberîyê û safîkirina hesaban a welatên din li axa Iraqê bû sedema şehîdbûna Genera Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Heşdi Şeibîya Iraqê û hejmarek hevrêyên wan, kesayetîyên ku roleke nayê inkarkirinê di salên buhurî de di şerê dijî DAIŞ`ê de hebûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha ji hemî alîyan xwest ku pirsgirêk û nakokîyên xwe bi rêya gotûbêjê çareser bikin.

Pentagonê roja Înîyê ragihand ku Serdar şehîd Qasim Silêmanî ligorî fermana Serokomarê Amerîkayê li Balafirgeha Bexdayê têror kirîye. 

Başa dön tuşu