İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hêremê Kurdistan û Îranê du protokolên aborî îmza kirin

Şanda Kurdistanê li paytexta Îranê Tehranê du protokolên aborî li gel berpirsên wî welatî îmza kirin.

Di merasîma îmza kirinê de ku îro 12.08.2017ê li Tehranê pêkhat, di navbera şandeya ji Kurdistanê ya Yekitiya Hawirde û derveşandinî û odeya bazirganiya Hewlêrê û berpirsên aborî yên Îranê de protokol hat îmza kirin û ala Kurdistanê bê ku ala Iraqê bê danîn li ser masê cîh girt.

Ew şanda aborî ya Kurdistanê di çarçoveya konferanseke aborî ya cîhanî ku nûnerê 24 welatên cîhanê beşdar bûne serdana Tehranê kirin.

Di protokolê de hatiye destnîşan kirin ku bazirganî di navbera Hewlêr û Tehranê de dê berdewam be û ofîsa bazirganiya Îranê li herêma Kurdistanê dê bê vekirin û ofîsa bazirganiya Kurdistanê jî dê li Îranê bê vekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version