ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Projeya 4 navçeyên ewle hate imzekirin

Rûsya, Tirkiye û Îran di dawiya civînên Astanayê de projeya 4 herêmên ewle li Sûriyeyê imzekirin.

Li gorî kenala El-Erebiyê li ser zarê Wezîrê Derve yê Kazaxistanê di civîneke berfireh ji hemû beşdarbûuan re tekez kir ku, çareseriya leşkerî nine li Sûriyê û da zanîn ku, berdewamiya civînên Cenêvê bi encamên Astanayê ve girêdayîne.

Di dawiya civînan de her yek ji Rûsya, Tirkiye û Îran peymanek derbarê  projeya 4 herêmên ewle îmze kirine ku, ji aliyê Rûsyayê hatibû pêşkêşkirin.

Li gor projeyê ew her 4 navçeyên ewle yek li Idlibê, yek li bakurê Himsê, yek li Gutaya Rojhilat û yek jî li başûrê Sûriyê, herwiha daku, ew navçe werin pêkanîn dive şer raweste û rewşa welatiyên sivîl jî baş bibe.

Gera yekem ya civîna Astanayê di 23 Çileya borî de dest pê kiribû. Tirkiye, Rûsya, Îranê û Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura lihev kirin ku binpêkirina agirbesê bi mekanîzmayeke 3 alî ya hevpar were cibicîkirin û çavdêrîkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu