CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Komcivîna Polonyayê bûye cihê arîşeya navbera Ewropa û Amerîkayê

Mêdyayên welatên rojavayî ragihandin ku Komcivîna Polonyayê beriya ku were lidarxistin tûşî berbendên ciddî û pûêşwazya sar ji aliyê welatên cîhanê va bûye.

Li gorî rapora IRNAyê, Eger çi ku Koşka Sipî bi rêya lidarxistina Komcivîna Wersawê (Werşo) li dû pêkanîna qelaşê li Yekîtiya Ewropayê ye, lê bêmeyliya vê yekîtiyê jibo beşdariay ciddî li vê komivînê şik û gumanên derheqê serketina Amerîkayê zêde kirine.

Lêkoler yek ji armancên girîng ên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ji lidarxistina komcivîneka visa, xwejî li welatekî rojhilata Ewropayê lawazkiirna siyaset û cîgeha cîhanî ya Yekîtiya Ewropayê û pêkanîna qelaş û nakokiyê li nav welatên ewropî dinirxînin.

Mayk Pêmpêoyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê pêştir qala bernameya Waşîngtonê jibo lidarxistina komcivînekê di rojên 13 û 14ê Sibata 2019an da li Wersawa paytexta Polonyayê (Lehistan) kir.

Başa dön tuşu