IraqNûçeRojhilatanavin

Herîkêm 12 kes li êrîşên têrorîstî li Bexdayê hatin kuştin

Di encama teqîna du erebeyên bombekirî li Bexdaya paytexta Iraqê herîkêm 12 kes hatin kuştin.
Berêvariya şemiyê, 23`ê nîsana 2016`an, di encama teqîna erebeyeke bombekirî li nêzikî rawestgeha lêgerînê ya hêzên ewlehiya Iraqê li taxa Husêyniyê ya bakûrê Bexdayê, neh kes hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn. Ji ber giranbûna teqînê renge hejmara kesên kuştî zêdetir jî bibe.

Her wiha di encama teqîna erebeyeke bombekiriya din de li taxa Ereb El Cebûrê li başûrê Bexdayê sê kes ji hêzên artêşa Iraqê hatin kuştin û yazdeh kes jî birîndar bûn.

Bi serketinên berdewam ên hêzên artêş û hêzên gelanî yên Iraqê li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî bi taybet li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê, koma têrorîst a DAIŞ`ê berê xwe daye êrîşên têrorîstî li dijî hêzên ewlehiyê û welatiyên iraqî li Bexdayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu