BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Hêrsbûn û xwenîşandana gelê Behreynê piştî îdamkirina sê ciwanên inqilabî

Piştî îdama sê ciwanên behreynî, navbera gel û hêzên ewlehiyê yên Alê Xelîfe li piraniya navçên Behreynê pevçûn derketiye û xelkê şeqam girêdanê.

Pevçûnên siba roja yekşemiyê li navça  El-Derazê ya Menamê gurtir bûne û hêzên ewlehiyê yên Alê Xelîfe gullên saçmeyî û gaza jardar ber bi xelkê avêtin.

Xelkê hêrsbûyî li navça  El-Sehla başûrî li Behreynê jî jibo şermezarkirina kiryara Rejîma  Alê Xelîfe derheq îdamkirina sê ciwanên inqilabî yên vî welatî derketine kolan û çarsiyan û xwenîşandan birê xistine.

Behreyniyên rûniştiyê navça  El-Newîderatê jî siba roja yekşemiyê jibo şermezarkirina cinayeta îdama  sê ciwanên  behreynî ji aliyê Rejîam Alê Xelîfe xwenîşandan birêxistin.

Di eynî demê de Yûsif Rebî serokê navenda  mafên  mirovan a Behreynê tekez kir: Îdama van  ciwanên behreynî, qeyrana  Behreynê hînaloztir û dê qonaxên  din dijwartir bike.

Yûsif Rebî her wiha diyar kir: Kesên ku biryar dan ciwanên hanê îdam bikin divê berpirsiyariya  buyerên  pêşerojê qebûl bikin jiber ku  li pêşerojê her bûyerek dikare biqewime.

Serokê navenda mafên mirovan a Behreynê got : Bi îdamkirina sê ciwanên  behreynî deriyên  ser her cure rêçara siyasî jibo qeyrana  Behreynê hat girêdanê.

Samî Meşîme, Elî Senkîs û Ebas Semî sê ciwanên behreynî siba roja yekşemiyê li dosiya îdiayî ya êrişa ser hêzên polîs li navça El-Diye li 3 Adara 2014an,  bi derba gullê hatin îdamkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu