NûçeÎranRojhilatanavin

Herzog: Me êrîşî konsolosxaneya Îranê nekir

Serokê Rejîma Siyonîst piştî êrişên giran ên firokeyên bêfirokevan û mûşekî yên Îranê ser navçên dagirbûyî, li paşvekişîneke eşkere îdia kir ku vê rejîmê êrişî konsulxaneya Îranê li Şamê nekiriye.

Li gorî rapora IRNAyê, Îshaq Herzog ev îdia li bersiva pirsa nûçegihanê Sky Newsê ku got, gelo êrişa ser konsulxaneya Îranê li Şamê hêjayî çalakiya tolhildana Îranê ye yan na. Wî tometa binpêkirina peymana Viyenê red kir bi îdiaya ku artêşa rêcîmê êrîşî avahiya li kêleka balyozxaneyê kiriye.

Serokê Rejîma Siyonîstî li dewama siyaseta stemkar a vê rejîmê got: Şeva borî ji çar aliyê Rojhilata Navîn êrişî me kirin, hêzên wekalet ên Îranê jî bi mûşekên balistîk, firokeyên bêfirokevan û mûşekên kewçêr gulebaran dikirin.

Wî ev êrîş weke “ragihandina şer” bi nav kir û di daxuyaniyên ku tirsa wî ya ji kiryarên cezakirinê yên Îranê nîşan dide de, îdia kir ku Telavîv li herêmê li aştiyê digere û dê xwe berteng bike.

Wî li bara bersiva Rejîma Siyonîst li hember êrişên Îranê got: Kabîneya cengê ya vê rejîmê bi serokatiya Binyamîn Netanyahû dê were avakirin û li ser wê biryarê bide. Li hember îsrara nûçegihanê Sky Newsê, Herzog xwe ji bersiva rasterast a vê pirsê dûr xist û îdia kir: Şer tişta dawî ye ku Îsraîl (rejîm) ji dema damezrandina xwe li herêmê ve lê digere; Em aştiyê dixwazin.

Serokê Rejîma Siyonîst ji rêberên cîhanê xwest ku ji Îranê re bêjin ku reftarên wê nayê qebûlkirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Îranê bi sûdwergirtina ji mafê xweparastinê li gorî maddeya 51ê ya Rêketinama Netewên Yekgirtî û bersiva êrişên serbazî yên dubare yên Rejîma Israîlê, bi taybetî êrişa leşkerî li dijî cih û warên dîplomatîk ên welatê me. di 1’ê Nîsana 2024’an de, binpêkirina eşkere ya mafên di navbera navneteweyî û xala 2’an a peymana Neteweyên Yekbûyî de pêk hat, û di pey re nekarîna Encumena Ewlekariyê ji bo girtina tedbîrên pêwîst ji bo mehkûmkirin û berpirsyariya êrîşkeran, bû sedema rêze êrîşên leşkerî li dijî armancên leşkerî yên li herêmên dagirkirî.

Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê şeva şemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku ji bo sizakirina êrişkar, bi bikaranîna şiyanên xwe yên îstixbaratî, mûşekî û firokeyên bêfirokevan êrişî armancên leşkerî yên girîng ên artêşa terorîst a siyonîst li navçên dagirbûyî kir û bi awayekî serketî xistin. hilweşandin

Komara Îslamî ya Îranê tekez dike ku pabendî bi armanc û prensîbên qanûnên navneteweyî û peymana Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye, lê dema ku pêwîst be ji bikaranîna mafê xweparastinê li ser bingeha yasayên navneteweyî dudilî nabe.

Başa dön tuşu