IraqNûçeRojhilatanavin
HEŞDA ŞEBÎ BO AZADKİRİNA ROJHİLATA ŞERQATÊ Lİ PARÊZGEHA SELAHEDÎN Û HEWÎCÊ YÊ AMADE YÊ

Hêzên Heşda Şebî hema li destpêka operasyonê Hewîcêyê, êrişa berfireh a DAIŞ`ê bêencam kiriye û meqerên wê li başûrê Kerkûkê dan ber êrişan.
Heyder Ebadî roja çarşemiyê li Mexmûra Neynewayê li civînekê tev fermandên Heşda Şebî û polîsê federal amadetiya hêzên xwe jibo operasyona pêşerojê li rojhilata Şerqat û Hewîcê hilkoland.
Ehmed El-ESedî berdevkê hêzên Heşda şebî roja çarşemiyê got ku hêzên me amadetiya tam jibo beşdariya li operasyona azadkirina rojhilata Şerqatê li parêzgeha Selahedîn û Hewîcê hene.
El-ESedî her wiha got: “Ebadî fermanên dawiyê li bara operasyona rojhilata Şerqatê û Hewîcê da û Heşda Şebî amadetiya tam ji bo van du operasyonan heye“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)