Berdevkê rêxistina Heşda Şebî Kerîm El Nurî nûçeyên ku rêxistina terorîst DAIŞê bi hezaran terorîstên xwe ji Reqqayê şandiye Mûsilê nirxand û ragihand ku mîlîtanên wan hevî dikin ku ev nûçe rast bin.
El Nurî ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku herîkîna terorîstan ya di navbera Reqqa — Mûsilê vajî ye. Herwiha navborî got: ‘Em hêvî dikin ku terorîstên DAIŞê ji Reqqayê bên Mûsilê, bivê xêre em wan li vir tûne bikin û li pey wan êdî hewce namîne ku em bîçîn Sûriyeyê.
Berdevkê Heşda Şebî diyar kir ku wan tespît kirine terorîstên DAIŞê ji Mûsilê direvin Reqqayê û dê hêzên wan nekevin navenda Mûsilê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)