Heşda Şebî ya Iraqê ragahnd: Sebebkarên êrişa ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji serkirdeyên koma tarorîstî ya DAIŞ`ê bûn ku li oprasyoneke topxaneyî li navçên sînorî navbera Iraq û Sûriyê hatin kuştin.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya televîzyona El-Meyadînê, Heşda Şebî ya Iraqê, li daxûyaniyekê destnîşan kir: Ev operasyona topxaneyî piştî bidestxistina lêzanînên eseh li bara hebûna sê kombûnên endamên DAIŞ`ê nêzîkî sînorên navbera Iraq û Sûriyê cih hat.
Di hemen demê de, Qasim El-Erecî wezîrê karên hundir ê Iraqê li bara derketina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji navçên bin kontrol avan hêzana li parêzgeha Dêrazorê li sînorê Sûriyê û Iraqê hişyarî da.
El-Erecî her wiha got: Paşdevekişyana Hêzên Sûriya demokratîk (HSD) û bicihbûna DAIŞê dewsa van hêzana , pirsan çê dike.