Elî El-Huseynî, berdevkê hêzên gelanî yên iraqê( Heşda Şebî) ragihand ku hêzên vî welatî karîn kontrola, riyekê bi dest bixin ku bajarên Tozxormatû û Kerkûkê dighîne hev. Ev riya bi “riya mirinê“ hatiye bi navkirin.
Heşda Şebî ji du rojan berî niha ve operasyonek li başûrê Tozxormatûyê destpê kir ku armanca wê kutakirina gefa ewlehiyê ya riya Kerkûk bo Bexdayê ye.
Destpêbûna vê operasyonê piştî daxwaziyên berdewam ên xelkê navça Tozxormatûyê ji bo mudaxila hêzên Heşda Şebî li vê barê û rawestana li hemebr terorîstan cih hatiye.
Duh jî çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragahndin ku yek ji serkirdeyên koma terorîstî -tekfîrî ya DAIŞ`ê nasiyar bi Celadê DAIŞê li operasyonekê li çola Enbarê li rojava Iraqê hatin kuştin. Wezareta karên hundir a Iraqê li vê çarçoveyê agahî da ku li bajarê Mûsilê 11 terorîstên DAIŞê binçav kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)