IraqNûçeRojhilatanavin

Heşda Şeibî 11 gundên Mûsilê kontrol kir

Hêzên iraqî  li navçeya Mûsila Kevin pêşve diçin û hewl didin li vê herêmê çekdarên DAIŞê dorpêş bikin. Ji aliyê din ve çekdarên Heşda Şeibî 11 gundên navçeya Hezer kontrol kirin.

Çavkaniyekî ji Artêşa Îraqê ragihand, îro serê sibehê hêzên wan dest bi êrîşa ser taxa Farûq kirine lê ji ber êrîşên xwekujî yên çekdarên DAIŞê, neçar mane pêşveçûna xwe hêdî bikin. Ev yek di demekê de ye, ku zêdetirî 6 heftiyane hêzên iraqê hewla kontrolkirina Mizgefta Nûrî û Minareya Hedba didin.

Herwiha duh jî hêzên Îraqê piştî şer û pevçûneke dirêj, karîn taxa Tenek kontrol bikin.

Fermandarê Operasyonên Em Hatin Nînowa Ebdulemîr Reşîd Yarellah ragihand, piştî şer û pevçûnên dijwar hêzên wan karîne taxa Tenek ji çekdarên DAIŞê paqij bikin.

Hevdem Operasyona Heşda Şeibî ya ji bo kontrolkirina gundên herêma Hezer a li Başûrê Mûsilê bedewam e.

Li gorî ragihandineke Fermandariya Heşda Şeibî, di 24 demjmêran de hêzên wan 11 gun û navçeyeke şûnewarî yê dîrokî kontrol kirine. Di şerê duh yê di navbera DAIŞê û Heşda Şeibî de 40 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, ku 18 ji wan xwekuj bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu