IraqNûçeRojhilatanavin

Heşda Şeibî Amerîka yê tehdîd kir

Hêzên gelanîya Iraqê Heşda Şeibî bangî Amerîkayê kir ku ji Iraqê vekişe, eger Amerîka hêzên xwe ji Iraqê venekişîne dê êriş bikin.

Heşda Şeibî li bajarê Necef ê Iraqê ji bo biryara Kongreya Amerîkayê ya ku Tevgera Nuceba xistibû lîsteya terorê şermezar bikin çalekiyek li dar xist. Yek ji serokê grûba Seraya Aşura ku baskekî Heşda Şeibî ye Ebdulletîf Emîdî Amerîka tehdîd kir û ragihand ku divê Amerîka hêza xwe ji Iraqê vekişîne, eger venekişin em ê êriş bikin.

Ebdulletîf Emîdî di axaftina xwe ya çapemenî de got: “Piştî ku Kongreya Amerîkayê Tevgera Nuceba xiste lîsteya terorê, hêzên amerîkî bû hedefa me ya pêşî.”

Emîdî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Amerîka bi vê biryarê dixwaze hêzên parastina Îslamî û grûbên Heşda Şeibî ji armancên wan dûr bixe. Divê êdî Amerîka hêzên xwe ji Iraqê vekişîne, eger venekişîne wê bibin hedefa me.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu